50 malbat ji hawirdeyên Ereb ji Serê Kaniyê vegeriyan bajarê Hesekê
Welat TV - Hewlêr
50 malbat ji hawirdeyên Ereb ji Serê Kaniyê vegeriyan bajarê Hesekê.
Îro 50 malbat ji hawirdeyê Ereb ên ku li Serê Kaniyê diman vegeriyan warê xwe li bajarê Hesekê.
Ew malbatên vegeriyayî Hesekê ji taxên Xiwêran, Neşwa, Ezîziyê ne.
Tevî vegera 50 malbatî, lê hîn gelek malbat ji hawirdeyên Ereb li Serê Kaniyê dimînin û ev yek astengiyan li pêş veger koçberkiriyên wê deverê derdixe.
Hikûmet dibêje ew kar dikin ji bo vegerandina Erebên hawirde bo warê wan da ku koçberkiriyên Serê Kaniyê vegerin warê xwe.