Artêşa Israîlê kuştina welatiyekî Sûrî ragihand
Welat TV - Hewlêr
Artêşa Israîlê ragihand ku hêzên wê welatiyekî Sûrî ku pilanên terorî yên Îranê bi cî dikirin, kuşt.
Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de got ku hêzên wê welatiyê Sûrî yê bi navê Yûsif Hesûn di êrîşeke esmanî de li ser sînorî Sûrî – Libnanî kuşt.
Li gorî daxuyaniyê, piştî hilweşîna rêjîma Esed, Hesûn li ser fermana Îranê bi dronên bombekirî û mûşekan êrîşî hêzên wê li başûrê Sûriyê dikir.
Artêşa Israîlê di daxuyaniya xwe de, wêne yan jî tu hûrgiliyên din derbarê Yûsif Hesûn belav nekirin.
Duşema bûrî jî, hêzên Israîlê welatiyekî Sûrî li gundewarê Quneytirayê kuşt û ragihand ku wî hewl dida derbasî bingehên wan ên leşkerî bibe.
Tevger û hilmetên Israîlê li başûrê Sûriyê berdewam in û tê de bi dehan kes girtine, li gorî amarên Netewên Yekgirtî herî kêm 49 Sûrî li cem hêzên Israîlê girtî ne.