Hikûmeta Sûriyê balafirxaneya Tedmur dike balafirxaneyeke sivîl

Hikûmeta Sûriyê balafirxaneya Tedmur dike balafirxaneyeke sivîl

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Sûriyê balafirxaneya Tedmur li Himsê dike balafirxaneyeke sivîl.

Îro şandeke ku ji serokê desteya giştî ya balafirvaniya sivîl û veguhstina esmanî, wezîrê çandê, wezîrê geştiyarî û parêzgarê Himsê pêk dihat, serdana balafirxaneya Tedmurê kir û rewşa wê şopand.

Di vê derbarê de, serokê desteya giştî ya balafirvaniya sivîl Umer Heserî di daxuyaneiyekê de ragihand: Ew kar dikin ku balafirxaneya Tedmurê bikin balafirxaneyeke sivîl ji bo xizmeta tevgera geştiyariyê.

Heserî diyar kir ku ew bi hemahingî li gel wezaretên geştiyarî û çandî kar dikin û armanca projeyê jî bihêzkirina girêdana esmanî ya Tedmurê û piştgiriya cihê wê li ser nexşeya geştiyariya navdewletî ye.