Ewlehiya Navxwe hişyariyê dide xelkê taxa Şêx Meqsûd: "Xwe dûr bikin"

Ewlehiya Navxwe hişyariyê dide xelkê taxa Şêx Meqsûd:

Welat TV - Hewlêr

Fermandariya Ewlehiya Navxwe li Parêzgeha Helebê hişyarî da xelkê taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn.

Fermandariyê di daxuyaniyekê de da zanîn, ku tîmên endezyariyê dê paşmayên şer li devera Seken Şebabî îro 14ê Cotmeha 2026an ji demjimêr 2 ta 4ê berêvarê biteqînin, û hişyarî da nişteciyên taxa Şêx Meqşûd û taxên derdorê ku di vê dema destnîşankirî de xwe dûrî devera Seken Şebabî bikin.