Termê zarokekî ji bîreke avê li Til Hemîsê hate derxistin
Welat TV - Hewlêr
Zarokê ku duh ketibû bîreke avê li Til Hemîsê li gundewarê Qamişlo îro termê wî hate derxistin.
Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand ku, piştî zêdetirî 10 demjimêran ji hewldanên tîmên berevaniyê ji bo rizgarkirina zarokê ku duh ketibû bîreke avê li gundê Umeya li nêzîkî navçeya Til Hemîsê, îro termê wî ji bîra avê hate derxistin.
Tîmên berevaniya sivîl da zanîn ku li gorî zaniyariyên destpêkî ew zarok li kûrahiya derdora 60 metrî di hundir bîrê de asê mabû.