Mesrûr Barzanî û Ehmed Cerba pêşhatên Sûriyê û deverê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Serokê hikûmeta Herêma Kurdsitanê û serokê şepêla Xed a Sûrî pêşhatên Sûriyê û deverê gotûbêj kirin.
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokê şepêla Xed a Sûrî Ehmed Cerba îro li Hewlêrê civiyan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de Mesrûr Barzanî û Ehmed Cerba nêrîn derbarê pêşhatên Sûriyê û deverê bi hev guhertin.
Di 16ê Berçileya 2025an de, Mesrûr Barzanî û Ehmed Cerba li Hewlêrê dawîn pêşhatên Sûriyê û deverê gotûbêj kiribûn û tekezî li ser girîngiya parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan li Sûriyê hate kirin.