Netanyahu: Bi telefoneke kurt û tund bi şeri´ re êrîşên li Siwêdayê rawestiyan

Netanyahu: Bi telefoneke kurt û tund bi şeri´ re êrîşên li Siwêdayê rawestiyan

Welat TV - Hewlêr

Serokwezîrê Isarîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî di bûyerên Siwêdayê de Tîrmeha sala bûrî, peywendiyeke telefonî bi serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ re encam da û êrîşên ser Siwêdayê rawestiyan.

Benjamin Netanyahu di hevdîtinekê de li gel durziyên Israîlê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinan de ev yek ragihand û diyar kir ku ew bi tundî bi Şeri´ re axiviye.

Li gorî Netanyahu, wê demê ew bi telefonê bi Şeri´ re axivî, ku peywendiyeke gelekî kurt û tund bû û piştre êrîş rawestiyan.

Di vê derbarê de, beriya 2 rojan, wezîrê derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî da zanîn ku Israîl piştgiriya milîseke çekdar li Siwêdayê dike ku êrîşî hêzên Sûrî dike û bang li Israîlê kir ku bi cidî serederiyê bi danûstandinan re bike da ku bigihin rêkeftinekê ku rêzê li serweriya Sûriyê bigire û ewlehiya Sûriyê misoger bike.