Berpirsekî Sûrî: Israîl hewl dide seqamgîriya Siwêdayê têk bide

Berpirsekî Sûrî: Israîl hewl dide seqamgîriya Siwêdayê têk bide

Welat TV - Hewlêr

Berpirsekî Sûrî ragihand ku Israîl hewl dide seqamgîriya Siwêdayê têk bide û nabe pêkhateya durzî di bangeşeyên hilbijartinan de li Israîlê were bikaranîn.

Berpirsekî Sûrî ev yek ji ajansa Sana re ragihand û diyar kir ku Israîlê di Tîrmeha sala bûrî de hewl da şatiya civakî li Siwêdayê têk bide bi rêya çekirina milîsên derveyî yasayê lê Sûriyê ew pilan ji nav bir.

Li gorî wî berpirsî, Hîn jî Israîl hewl dide seqamgîriya ku li Siwêdayê çêbûye, têk bide.

Wî berpirsî got ku di Tîrmeha bûrî de dema hikûmetê hewl dida bûyerên di navbera bedû û durziyan bi dawî bike, Israîlê hêzên hikûmetê bombebaran kirin lê bi navbênkariya Emerîka bombebaran Israîlê rawestiya.

Berpirsê Sûrî her weha da zanîn ku Durzî beşekî resen e ji tevna niştîmanî li Sûriyê û ew kar dikin li gel Emerîka û Urdinê ji bo bicîkirina nexşerêya sêalî û dubare tevlîkirina Siwêdayê li gorî nerîneke niştîmanî Sûrî ku mafên xelkê, ewlehî û seqamgîriyê biparêze.

►Her weha bixwîne.. Netanyahu: Bi telefoneke kurt û tund bi şeri´ re êrîşên li Siwêdayê rawestiyan