Efrîn.. Semînarek li ser dîroka tevgera Kurdî li Sûriyê hate lidarxistin

Efrîn.. Semînarek li ser dîroka tevgera Kurdî li Sûriyê hate lidarxistin

Welat TV - Hewlêr

Semînarek li Efrînê li ser dîroka tevgera Kurdî li Sûriyê û qonaxên pêşketina wê ta dema niha hate pêşkêşkirin.

Li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, semînarek li ser dîroka tevgera Kurdî li Sûriyê hate lidarxistin.

Semînar ji aliyê serkirdeyê berê yê PDK-Sê Şêx Emîn Gulîn ve hate pêşkêşkirin, tê de heval û alîgirên PDK-Sê, siyasetmedar, çalakvan û kesayetiyên civakî beşdar bûn.

Şêx Emîn Gulîn bi hûrgilî behsa qonaxên tevgera Kurdî li Sûriyê û bandora mercên navdewletî û herêmî li ser doza Kurdî û çawaniya wergirtina sûdê ji wan mercan kir.

Di dawiyê de, Gulîn bersiva pirsên kesên beşdar da.