Wezareta Tendirustiyê: Nabe tu kes karê pîşeyên xwarin û ciwankariyê bê moleteke fermî bike

Wezareta Tendirustiyê: Nabe tu kes karê pîşeyên xwarin û ciwankariyê bê moleteke fermî bike

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê ragihand ku nabe tu kes karê pîşeyên xwarin û ciwankariyê bê moleteke fermî bike.

Wezareta tendirustiyê da zanîn ku ji ber daxwaza zêde li ser xizmetguzariyên xwarin û ciwankariyê û zêdebûna navendên ku wan xizmetguzariyan pêşkêş dikin, nabe kes karê pîşeyên xwarin û ciwankariyê bê moleteke fermî bike.

Wezaretê got ku divê kesên di van pîşeyan de kar dikin xwedan bawernameyên zanîngehan bin û molet wergirtibin.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir ku xulên rahênanê maf nadin tu kesî ku karê pizîşkî û tendirustî bikin an norîngeh û navendên taybet vekin, nexasim ku nebûna pisporiyê dibe bi nerênî bandorê li tendirustî û saxlemiya welatiyan bike.

Ev biryar di demekê de tê, ku gelek navendên ciwankarî û xwarinê li Sûriyê hatine vekirin bê wergirtina moleteke fermî, û gelek kes piştî serdana wan navendan gazinan dikin ji xizmetguzariyên heyî.