ENKS: Em helwestên piştgiriyê yên Nêçîrvan Barzanî bilind dinerxînin

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ragihand ku têbîniyên derbarê dîdara "MERI" li Hewlêrê girêdayî pêwîstiya berçavgirtina piralîbûna siyasî ne, û ne girêdayî cih û qedrê Nêçîrvan Barzanî ne.

Her weha tekezî li ser pêzanîna xwe bo rola wî di piştgiriya doza Kurdî û mafên miletê Kurd de li Sûriyê kir.

ENKS di daxuyaniyekê de got ku ew "tekeziyê li ser giringiya cudakirina di navbera têbîniyên girêdayî aliyên rêxistinî û vexwendinên dîdara MERI û cihê cenabê Nêçîrvan Barzanî û helwest û rola wî ya netewî û niştîmanî de" dike.

Diyar kir jî ku têbîniyên wê derbarê MERI girêdayî pêwîstiya liberçavgirtina piralîbûna siyasî û beşdariya hevseng a tevaya aliyên Tevgera Siyasî ya Kurdî ne, û ne girêdayî cih û qedrê Serokê Herêma Kurdistanê ne.

Tekez kir jî ku ew her hewleke tevlîhevkirina herdu mijaran red dike.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî got ku ew tekeziyê li ser pêzanîna xwe ji helwestên Nêçîrvan Barzanî re û rola wî di piştgiriya doza Kurdî û mafên miletê Kurd de li Sûriyê dike, û hikme û dîtina wî ya deplomatîk a hevseng bilind dinerxîne.

Her weha helwestên piştgiriyê yên serokê Herêma Kurdistanê ji ENKS re û giringiya ku dide bihêzkirina pêwendiyan di navbera hêzên siyasî yên Kurdî de, bilind dinerxîne.

ENKS got jî ku ew dibînin ku hewlên Nêçîrvan Barzanî yên avakirina pirên baweriyê di navbera aliyên cuda de, ji nêrîneke siyasî tê ku pêwîstiya doza Kurdî bi lihevkirin û karê hevbeş û pêwendiyên qayîm heye.

Di daxuyaniyê de hatiye ku ENKS rol û rêbaza deplomatîk ya serokê Herêma Kurdistanê di piştgiriya çareseriyên siaysî û aştiyane de li ser astên niştîmanî, herêmî û navdewletî bilind dinerxîne, û "ji ber vê rolê cenabê wî ew bûye cihê pêzanîn û rêzê li cem alî û kesayetên navdewletî yên berçav û diyar".

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî da zanîn ku ew şanaziyê bi pêwendiyên biratiyê û netewî li gel serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dike, û tekez dike ku ew giringiyê dide parastina van pêwendiyan û bihêzkirina wan.

Di dawiyê de Encûmena Niştîmanî ya Kurdî bang li hin dezgehên ragihandinê kir ku dûvçûna wirdbîniyê bikin û xwe dûrî wan şiroveyan bikin ku pirsên rêxistinî û helwestên serkirdayetiyên Kurdistanî tevlîhev dikin.