Wezîrê navxwe û komîteya azadî û mafên mirovan a encûmena gel civiyan

Wezîrê navxwe û komîteya azadî û mafên mirovan a encûmena gel civiyan

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê navxwe yê Sûriyê û komîteya azadî û mafên mirovan a encûmena gel mîkanîzmên bihêzkirina azadiyan û aştiya civakî gotûbêj kirin.

Wezîrê navxwe yê Sûriyê Enes Xetab îro bi komîteya azadî û mafên mirovan a encûmena gel re civiya, ku ew komîte herdu endamên Kurd Ferhad Şahîn û Mistefa Ebdî jî li xwe digire.

Wezareta navxwe ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de, mîkanîzmên pêşxistina çarçoveyên dozgerî yên rêkxer ji maf û azadiyan re hatin gotûbêjkirin, ji bo bihêzkirina ewlehî û aştiya civakî.

Komîteya komîteya azadî û mafên mirovan a encûmena gel ji 15 endaman pêk tê û Hesen Sofan serokatiya wê dike, ew komîte hemahingiyê bi aliyên hikûmî yên peywendîdar re dike ji bo parastina azadî û mafan.