Xwepêşandanek li Hesekê bi rê ve çû û hêzên ewlehiyê destwerdan kir
Welat TV - Hewlêr
Careke din xwepêşandan li bajarê Hesekê derketin û hêzên ewlehiyê belav bûn.
Îro li Taxa Xiwêran xwepêşandanek derket û xwepêşanderan berê xwe da qada Aştiyê ya bajêr, lê hêzên Ewlehiya Navxwe belav bûn û rêyên ku derbasî taxa Xwêran dibin girtin û ji xelkê xwestin ku xwepêşandana wan li hindir taxê be.
Ew xwepêşander dibîjin ku daxwaza wan ew e ku “çek werin komtrolkirin û ewlehî were çespandin”.
Roja îna bûrî girjî di xwepêşandanan de li Hesekê derketibûn, Li gorî jêderên Welat TV, tu kes di encama wan girjiyan de birîndar nebû lê hin ziyan gihiştin dukan û malên nêzîkî cihên xwepêşandanê.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî derbarê derketina xwepêşandan û girjiyên li Hesekê, gotibû ku tişta çêbûyî cihê metirsiyê ye, û tirs heye ku bandoreke nerênî li ser pêwendiyên di navbera pêkhateyên deverê bibe.