Gundewarê Şamê.. Endamên şaneyeke bi ser DAIŞê ve hatin girtin

Gundewarê Şamê.. Endamên şaneyeke bi ser DAIŞê ve hatin girtin

Welat TV - Hewlêr 

Ewlehiya Navxwe ya Sûriyê ragihand ku pilaneke rêxistina DAIŞê ya terorîst li gundewarê Şamê hate têkbirin.

Ewlehiya Navxwe di daxuyaniyekê de da zanîn ku, Istixbaratên giştî û bi hevkariyê li gel hêzên ewlehiya navxwe, pilana armanckirina dewriyeke polîsê li gundewarê Şamê têk bir, şaneyeke bi ser DAIŞa terorist ve xwe ji bo encamdana wê êrîşê amade kiribû.

Li gorî daxuyaniyê, di operasyonê de 2 terorîstên DAIŞê hatin girtin û bombeyeke ku ji bo teqandinê amadekirî bû, hate desteserkirin.

Her weha diyar kir ku aliyên pêwendîdar berdewam in di lêkolînê de li gel wan girtiyan ji bo eşkerekirina hûrgiliyên wê pilanê û standina rêkarên yasayî yên pêwîst.