Şeybanî li Bexdayê beşdariyê di civîna Rêxistina Hevkariya Islamî de dike
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûriyê gihişte Bexdayê û beşdariyê di civîna Rêxistina Hevkariya Islamî de dike.
Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, Es’ed Şeybanî gihişte Bexdayê paytexta Iraqê, ji bo beşdariyê di gera 52yemîn ya Encûmena Wezîrên Derve yên welatên Rêxistina Hevkariya Islamî de.
Îro bi beşdariyê 55 welatan civîna wezîrên derve yên rêxistinê dest pê kir û ta sibe Yekşemê berdewam dike.
Di vê civînê de doseyên piştgirî, aştî û geşepêdanê li deverê têne gotûbêjkirin, tê de behsa rewşa Sûriyê jî tê kirin.