Bûyereke hatinûçûnê li Elmanya dawî bi jiyana penaberekî Efrînê anî
Welat TV – Hewlêr
Li Elmanya, sibeha îro 20 Gulanê, ciwanekî kurd di encama bûyereke hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da.
Jêdereke nêzîk ji malbatê ji Welat TV re got: Mihemed Mecîd Nesan dema ji mala birayê xwe li bajarê Dusseldorf vedigerî mal, li ser rêya Munchen rastî bûyerê hat û jiyana xwe ji dest da.
Tekez kir: Demjimêr 3 berbangê berê xwe dida mal, diyar e di xew de çûye û xwe di dîwarekî de xistiye.
Da zanîn: Nesan penaber bû, temenê wî 37 sal in, xêzandar bû û bavê 4 zarokan e, ji çend salan ve li bajarê Munchen niştecî bû.
Mihemed Mecîd Nesan ji şêniyên gundê Rûta yê navçeya Mabeta ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, dê li Elmanya were veşartin.