Netanyahu: Erdogan dixwaze şer bi Israîlê re bike û bawer dike ku dê Împaratoriya Osmanî vejîne
Welat TV - Hewlêr
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu dibêje Erdogan dixwaze şer bi Israîlê re bike û bawer dike ku dê Împaratoriya Osmanî vejîne.
Benjamin Netanyahu ev yek ji televizyona C14 English re ragihand û diyar kir ku Israîl naxwaze bi Turkiyê re şer bike lê Turkiyê dixwaze bi Israîlê re şer bike.
Li gorî Netanyahu, Erdogan dibêje: Divê Israîl bê wêrankirin û bawer dike ku dê Împaratoriya Osmanî vejîne û Orşelîm bajarê wan e.
Benjamin Netanyahu got jî ku Erdogan ji bîr dike ku ew zêdetirî 3 hezar sal in li vir in û ew ne di sedsaliya 16an de ne, ku Osmanî navçeyê kontrol bikin.
Daxuyaniyên Netanyahu tên di demekê de ku berpirsên herdu welatan daxuyaniyên tund derbarê gelek mijarên girêdayî deverê arasteyî hev dikin, di nav de mijara hejmûnê li Sûriyê.