Hesekê.. Semînarek ser bandorên cenga cîhanî ya yekem hate lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Semînarek li ser cenga cîhanî ya yekem û bandorên wê yên siyasî li ser gelê Kurd û deverê li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Semînar ji aliyê şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya ve li nivîsegeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya hate lidarxistin, tê de nûnerên partiyên Kurdî, rewşenbîr û çalakvan beşdar bûn.
Semînar ji aliyê nivîskar Mihemed Salih Ibrahîm ve hate pêşkêşkirin û tê de behsa bandorên cenga cîhanî ya yekem li ser gelên deverê di serî de gelê Kurd, kir.
Nivîskar Mihmed Salih Ibrahîm behsa rola Kurdan di wê serdemê de kir weke rola Kurdan ya mirovane di parastina gele kiristiyan de.
Kesên beşdar jî pirs arasteyî pêşkêşkarê semînarê kirin û bersiva wan hate dan.