Sûriyê û Urdinê daxuyaniyeke hevbeş derbarê êrîşa li Der´ayê derxist

Sûriyê û Urdinê daxuyaniyeke hevbeş derbarê êrîşa li Der´ayê derxist

Welat TV - Hewlêr

Sûriyê û Urdinê daxuyaniyeke hevbeş derbarê êrîşa esmanî ya Urdinê li Der´ayê derxist û diyar kir ku ew êrîş li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst bû lê tê de sivîl jî bûn qurbanî.

Duh Wezîrê derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefedî derbarê êîrşa dawiyê ya hêzên esmanî yên Urdinê li Der´ayê bi telefonê axivîn û herdu wezaretan daxuyaniyeke hevbeş derxist.

Daxuyaniyê diyar kir ku êrîşa Urdinê ya 27ê mehê li dijî baregehên DAIŞê bû ji bo jinavbirina gef û karên terorî ku Urdin armanc dikirin.

Sefedî di daxuyaniyê de got ku hebûna qurbaniyên sivîl di wê êrîşê de, cihê mixabiniyê ye û sersaxî li gelê Sûriyê kir û hêviya selametiyê ji birîndaran re xwest.

Şeybanî jî tekez kir ku Sûriyê û Urdinê bi awayekî bihêz hemahingiyê di şerê terorê û rûbirûbûna qaçaxiya çek û madeyên hişbir de, dikin.

Daxuyaniyê da zanîn ku herdu aliyan li ser avakirina komîteyeke ewlehî ya hevbeş li hev kir ji bo rawestiyanê li ser hûrgiliyên êrîşa dawiyê û pêşxistina hemahingiyê.