Wezîrên berevaniyê yên Sûriyê û Qeterê pêşhatên herêmî gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrên berevaniyê yên Sûriyê û Qeterê pêşhatên herêmî û hevkariya hevbeş gotûbêj kirin.
Wezîrê berevaniyê yê Sûriyê Murhef Ebû Qesra îro serdana Qeterê kir û li gel wezîrê dewletê ji bo karûbarên berevaniyê yê Qeterê Si´ûd Bin Ebdulrehman Al Sanî civiya.
Wezareta berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku di civînê de herdu aliyan pêşhatên herêmî û navdewletî gotûbêj kirin.
Wezaretê da zanîn ku her weha mijar û doseyên hevbeş û rêyên bihêzkirina hevkariyê di navbera herdu welatan de hatin gotûbêjkirin.