Keçeke Durzî bû şêwirmend di Wezareta Derve de
Welat TV - Hewlêr
Keçeke Durzî weke şêwirmend di Wezareta Derve ya Sûriyê de hate destnîşankirin.
Îro Muzna Memdûh El-Etreş, ku ji malbata Sultan Başa El-Etreş fermandarê şoreşa Sûriyê ya mezin e, weke şêwirmend bo karûbarên Aştiyê di werzareta Derve ya Sûriyê de hate destnîşankirin.
Muzna jidayikbûya sala 1987an ji Siwêdayê ye, derçûya peymangeha bilind a Şanoyê ye, û dîplom di zanistên sînemayî de wergirtiye, her weha derçûya ragihandinê ji kolêja Heyat a nû ye.
Muzna El-Etreş beriya niha weke endam di encûmena şêwirmendî de ya jinan li Sûriyê ku ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ye, kar kiriye.