Şeri´ û şandeke Çînî derfetên weberhênanê li Sûriyê gotûbêj kirin

Şeri´ û şandeke Çînî derfetên weberhênanê li Sûriyê gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ û şandeke ji nûnerên kompaniyên Çînî li Şamê derfetên weberhênanê li Sûriyê gotûbêj kirin.

Ehmed Şeri´ û nûnerên hejmarek kompanî û grûpên abûrî yên Çînê duh li koşka gel li Şamê civiyan.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de derfetên weberhênanê li Sûriyê, rêyên pêşxistina hevkariya abûrî û berfirehkirina hevpariyê, nexasim di kartên pîşesazî û projeyên dubareavakirinê de, hatin behskirin.

Di civînê de, wezîrên enerjî, karên giştî, niştecîbûn, pîşesazî, bazirganiya hindirîn, şêwrimendê serokatiya Sûriyê ji bo karûbarên abûrî û rêveberê giştî yê desteya weberhênanê beşdar bûn.