Wezareta Çandiniyê ya Sûriyê 8289 cotkaran qerebo dike

Wezareta Çandiniyê ya Sûriyê 8289 cotkaran qerebo dike

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Çandiniyê ya Sûriyê 8289 cotkaran bi derdora 211 milyon lêreyên Sûrî yên nû qerebo dike.

Wezareta Çandiniyê ev yek di daxuyaniyekê de ragihand û diyar kir ku piroseya qerebokirinê cotkarên ku mehên Adar, Nîsan û Gulanê rastî ziyanan hatibûn li parêzgehên Heleb, Reqa, Dêra Zorê, Hims, Hema, Der´a û Tertûsê li xwe digire.

Daxuyaniyê da zanîn ku rûbera zeviyên ji ber barîna teyrok (zîpikan) û bilindbûna asta çemê Feratê rastî ziyanan hatibû di wê heyamê de derdora 195 hezar donim e.

Tebaxa bûrî, wezareta çandiniyê biryara qerebokirina 1741 cotkarî li Idlib, Heleb, Quneytira û Tertûsê bi 112 milyon lêreyên Sûrî da.

Di buhara bûrî de, ji ber barîna zîpikê û bilindbûna asata Feratê berhemên ceh, genim, keskatî, dar û titunê li Sûriyê rastî ziyanên mezin hatin.