Ji bo mûçeyan.. Mamosteyan xwepêşandanek li Kobaniyê li dar xist

Ji bo mûçeyan.. Mamosteyan xwepêşandanek li Kobaniyê li dar xist

Welat TV - Hewlêr

Bi dehan mamoste xwepêşandanek li Kobaniyê li dar xist û banga dana mûçeyan dikin.

Îro bi dehan mamoste li pêş avahiya devera Kobaniyê kom bûn û bang li hikûmetê kir ku mûçeyên wan bide.

Welat TV li cihê xwepêşandanê beşdar bû û hevdîtin li gel wan mamosteyan encam dan, xwepêşander dibêjin ku mamosteyên deverên derdora Kobaniyê mûçeyên xwe wergirtine bi tenê yên Kobaniyê mane.

Mamosteyên di xwepêşandanê de beşdar diyar kir ku piştî tevlîbûna saziyan li Kobaniyê ew bi erkê xwe radibin û di karê xwe de berdewam in lê ev 4 meh in mûçeyên wan nehatine dan.

Li Kobaniyê tevlîheviyek di rewşê de heye û banga welatiyan ew e ku tevlîbûn bi awayekî rasteqîne li ser erdê were bicîkirin.