Qubris dest bi dersînorkirina penaxwazên Sûrî dike

Qubris dest bi dersînorkirina penaxwazên Sûrî dike

Welat TV - Hewlêr 

Qubris dest bi dersînorkirina penaberên Sûrî yên ku daxwaznameyên wan hatî redkirin dike.

Cîgirê Wezîrê koçber û parastina navdewletî ya Qubrisê Nîkolas Îwanîzîs li ser paltforma "X"ê ragihand, Desthilatdarên welatî wî dest bi proseyên dersînorkirina koçber û penaxwazên Sûrî kiriye, ev yek wan kesan li xwe digire ku dadgeha birêvebirinê parastina navdewletî daxwaznameyên wan bi temamî red kirine.

Her weha da zanîn, bazneya Koçberiyê, bi lez kar li ser çareserkirina doseyên asyêmayî dike û daxwaznameyên bê behane yekser red dike û parastina demkî jî ji kesên ku merc pêk neanîbin tê standin.

Li gorî datayên Hikûmeta Qubrisê, bêtirî 8 hezar û 700 doseyên penaxwaziyê yê Sûriyan hene û hîn nehatine çareserkirin, sala bûrî daxwaznameyên 5000 kesan hatibûn redkirin û 6000 Sûrî jî bi dilxwazane vegeriyabûn.