Wezareta Perwerdeyê daxuyaniyek piştî teqîna Zirganê derxist
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê derbarê teqîna li dibistaneke Zirganê daxuyaniyek derxist û ferman da rêveberiyan ku rêkarên xweparastinê bistînin.
Wezareta Perwerdeyê got, li dibistaneke seretayî li Zirganê zarokekî parçeyekê ji paşmayên şer bi xwe re anîbû û metirsiya wê nizanîbû, pişt re ew paşma teqiya, û di encamê de xwendekarekî canê xwe ji dest da û hejmarek xwendekar û mamoste birînadar bûn.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê diyar kir ku ferman bo hemû rêveberiyên perwerdeyê li parêzgehan hatiye da ku rêkaran û rênmayên xweparastinê yên tund bistînin ji bo parastina dibistanan û derdora wan ji paşmayên şer.
Teqîna li dibistana Zirganê duh Çarşemê çêbûbû û di encamê de zarokekî canê xwe ji dest dabû û hejmara birîndaran jî gihiştibû 9 xwendekar û mamosteyan.