Penaberekî kurd li Turkiyê bin av bû: Dixwest keça xwe rizgar bike
Welat TV – Hewlêr
Penaberekî kurd li Turkiyê dema dixwest keça xwe rizgar bike, bin av bû û jiyana xwe ji dest.
Jêdereke nêzîkî malbatê îro 25ê Gulanê taybet ji Welat TV re got: Xebat Ebdulrehman Ehmed, piştî hewl da keça xwe ya 10 salî ji çemekî Entaliya rizgar bike, bin av bû û jiyana xwe ji dest da.
Jêderê got: keça wî rizgar bû lê bavê wê mir û kesekî din bi navê Nûrî hewla alîkariyê dida xeniqî, niha di nexweşxaneyê de çareserî dibîne û rewşa wî dijwar e.
Penaber ji şêniyên gundê Satiya yê bajarê Cindirêsa Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.