Di bûyereke hatinûçûnê de 4 penaberên Sûriyê jiyana xwe ji dest da

Di bûyereke hatinûçûnê de 4 penaberên Sûriyê jiyana xwe ji dest da

Welat TV – Hewlêr

Duh 25ê Gulanê, li Turkiyê, di encama bûyereke hatinûçûnê de 4 penaberên Sûriyê jiyana xwe ji dest da.

Jêderên xwecihî dane zanîn: Li bajarê Rihaniyê otombîlek wergeriya, di encamê de 5 welatî mirin û hejmarek birîndar bûn.

Jêderan diyar kirin: Ji 5 kesên mirî, 4 ji penaberên Sûriyê ne ji bajarokê Heyan ê gundewarê Helebê ne, û yê din jî welatiyekî Turkiyê ye.

Jêderan tekez kirin: Hejmareke rêwî birîndar bûne, di nava qurbaniyên Sûrî de Ebdulrehan Yehya û Îsa Ibrahîm Şahîn hatine naskirin.