Kongira Bruksel a 8an.. Zêdetirî 7 milyar Euro ji bo penaberên Sûrî hatin terxankirin
Welat TV - Hewlêr
Duh 27ê Gulanê kongira 8an ji bo piştevaniya Sûriyê û deverê li Bruksel paytexta Belcîka hate lidarxistin, aliyên beşdar dê 7.5 milyar Euro ji bo alîkariya penaberên Sûrî pêşkêş bikin.
Yekîtiya Ewropa dê 2.17 milyar Euro pêşkêşî penaberên Sûrî bike her weha Berîtniya 208 milyon Jinêh Isterlînî û Qeter 75 milyon Dolar dê pêşkêş bikin.
Berepirsê Siyaseta Derve di Yekîtiya Ewropa de, Josep Borrell li ser rûpela xwe da zanîn, ”Rewşa Sûriyê tu carî ewqas xirab nebûye: pêwîstiya 70% ji xelkê Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye, ku asta herî bilind e ji destpêka krîza ku beriya 13 salan dest pê kiriye".
I chaired the #SyriaConf2024. The EU pledged €2.12 BN to support Syrian people & neighbouring countries.
— Josep Borrell Fontelles (@JosepBorrellF) May 28, 2024
The situation in Syria has never been so dire: 70% of Syrian population needs humanitarian assistance, the highest level since the start of the crisis over 13 years ago.
5/5 pic.twitter.com/ov5qjWJHQH
Borrell amaje kir, em li gel Neteweyên Yekgirtî hevnêrîn in ku Sûriya hîn ne aram e ji bo vegera penaberan.
Her weha Balyozxaneya Emerîkî li Sûriyê ragihand, Emerîka dê 593 milyon Dolar pêşkêş bike û bi vê yekê gujmê alîkariyên Emerîka dibe derdora 17.8 milyar Dolar ji destpêka kirîza Sûrî ve.
Di Hizêrana 2023an de, welatên daner yên beşdar di kongira Bruksel a 7an de, 9.6 milyar Euro terxan kirin ji bo piştevaniya xelkê Sûriyê û welatên ku penaberên Sûrî lê dimînin.