Komên çekdar malbateke Efrînê ji mala wê derkir
Welat TV - Hewlêr
Komên çekdar malbateke bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji mala wê derkir û derbiderek tê de bi cih kir.
Jêdereke xwecihî ji Welat TV re da zanîn, welatiyekî Kurd ji bo vegerandina mala xwe ya ku ji aliyê derbiderekî Ereb ve hatibû desteserkirin li cem polîsên leşkerî gilî kiribû, polîsan mala wî vegerand.
Serbar kir, piştî vegerandina malê, hêza hevbeş (ku ji komên "Elemşat” û “Elhemzat” pêk tê) ew ji malê derkir û derbiderê Ereb careke din vegerand malê.
Di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîne ya Emerîkî siza li ser komên ”Elemşat” û “Elhemzat” ên bi ser Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ve sepandin ji ber binpêkirinên wan dermafên mirovan de li Efrînê.
Bajarê Efrînê, 7 navçe û gundên wê niha di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya oposizyona Sûrî de ne, ji 18 Adara 2018an ve ji destê Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD” derketiye.