Libnanê 400 penaberên Sûriyê dersînor kirin
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Libnanê bi sedan ji penaberên Sûriyê dersînor kirin.
Ajansa Reuters li ser zarê du jêdarên ewlehî ragihand: Artêşa Libnanê bêtir ji 400 penaberên Sûriyê dersînor kirine.
Da zanîn: Penaberên Sûriyê ji vegerandina bi neçarî ditirsin, tirsa leşkeriya neçarî û girtinê di serê wan de ye.
Ajansa Reuters eşkere kir: Penaberên ku hatine dersînorkirin, ji kampan û cihên karên wan hatine derxistin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Koç û Koçberan ê Libnanî Îsam Şerefedîn daxwaza dersînorkirina penaberan bo welatekî sêyem ku ew bi xwe hilbijêrin, kir.
Serokê Hikûmeta Libnanî yê bi wekalet Necîb Mîqatî jî di çarçoveya beşdariya Kongira Bruksilê de, pilanek girêdayî bi doseya penaberên Sûriyê pêşkêş kir.
Tê de xwest ku mijara penaberan dûrî helwêstên siyasî bikin her weha devereke aram li Sûriyê damezrînin da ku penaber vegerin ser cî û warê xwe.