Bexda kar li ser lihevhatinê di navbera Enqera û Şamê de dike

Bexda kar li ser lihevhatinê di navbera Enqera û Şamê de dike

Welat TV - Hewlêr

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeyah El-Sodanî ragihand ku hikûmeta wî ji bo lihevhatinê di navbera Enqera û Şamê de kar dike.

Di hevpeyvînekê li gel kenala (Habertürk) de ku roja Înê 31ê Gulana 2024an hate weşandin, El-Sodanî da zanîn, ew di têkliyê de ye li gel Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed ji bo gengeşekirina hewldanên lihevhatinê di navbera her du aliyan de, serbar kir, em ê di demeke nêzîk de hin gavan di vî warî de bibînin.

Ev daxuyaniyên Serokwezîrê Îraqê yên dawî piştî serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan ji Bexdayê re tên.

Peywendiyên Enqera û Şamê

Ji destpêka kirîza Sûrî ve, Turkiyê piştgiriya grûpên çekdar ên Opozisyona Sûrî kir, di sala 2022an de Erdogan ragihand ku rûxandina rêjîma Esed êdî di rojeva hikûmeta wî de li Sûriyê nemaye, tevî vê yekê, yekem danûstandinên rasterast di navbera her du aliyan de bi navbênkariya Rûsyayê, tu pêşkeftin encam nedan.

Bexda navbênkariyê ji bo lihevhatinê dike

Serokwezîrê Îraqê bal kişand ser rola Bexdayê di dubare destpêkirina têkliyên diplomatîk di navbera Siûdî û Îranê de sala 2023yan, diyar kir ku welatê wî hewla encamdana navbênkariyeke bi vî rengî di navbera Enqera û Şamê de dide.

El-Sodanî piştî ku di 2022 de dest bi kar kir, di Tîrmeha borî de, bû yekem serokwezîrê Îraqî ku ji destpêka kirîza Sûrî ve serdana Şamê kir, di meha borî de, El-Sudanî li Bexdayê bi Wezîrê Navxwe yê rêjîmê Mihemed El-Rahmûn re civiya.

El-Sûdanî metirsiyên ewlehî eşkere kirin

Di hevpeyvînê de, El-Sodanî behsa metirsiyên ewlehî yên hevbeş ên li ser Îraq û Sûriyê kir û amaje kir ku jêderên metirsiyan li Sûriyê ji navçeyên ku ne di bin kontrola rêjîma Sûrî de ne.

Piştî serkeftina Erdogan di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê di Gulana sala borî de, Berdevkê Serokomariya Turkiyê yê wê demê Ibrahîm Kalin tekez kir ku di dema niha de tu plan ji bo lidarxistina lûtkeyekê di navbera Erdogan û Esed de tune.