Li Bexdayê stranbêjeke Sûrî hat girtin

Welat TV - Hewlêr

Li paytexta Iraqê, hêzên ewlehiyê stranbêjeke Sûrî girt.

Jêderan li ser zarê Wezareta Hundir a Iraqê ragihandin: Li gorî biryara 403 a yasayên sizayan, hêzên ewlehiyê stranbêja Sûrî Ancî Fereh, girt.

Jêderan dane zanîn: Ji ber ku stranên dûr ji rewişt û reftarên civakî pêşkêş dike, hatiye girtin.

Ji demekê ve, Hikûmeta Iraqê dest bi girtina çalkavanên torên civakî û stranbêjên ku madeyên dûr ji rewiştê pêşkêş dikin, kiriye, heta niha bi dehan hatine girtin.