Sûdanî û Esed hemahengiya ewlekarî û şerê li Xezayê gotûbêj kirin

Sûdanî û Esed hemahengiya ewlekarî û şerê li Xezayê gotûbêj kirin

Welat TV – Hewlêr

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya Sûdanî bi serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed re hemahengiya ewlekarî û peywendiyên di navbera her du welatan de û şerê li Xezayê di peywendiyeke telefonî de gotûbêj kirin.

Mijarên peywendiya telefonî Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Iraqê, Sûdanî û Esed hejmareke mijar gotûbêj kirin ji wan:

Hemahengiya ewlekarî:Tekezî li ser şerê terorê û astengiyên li pêşiya her du welatan hat kirin. -Hevkariya Aborî: Awayê pêşxistina hevkariya aborî di hemû waran de hat kirin.

Helwestek hevbeş li ser Xezayê: Her li gorî daxuyaniyê, rewşa dawî ya navçeyê, bi taybetî şerê li Xezayê hatin gotûbêjkirin, Sûdanî û Esed tekezî li girîngiya hebûna yekhelwesta Erebî, Islamî û Navdewletî ji bo bidawîanîna şerê li Xezayê kir.

Karê lihevanîna Turkiyê û Rêjîma Sûriyê

Di hevpeyvînekê de ku roja Înê 31ê Gulana 2024 de hatiye belavkirin, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeya Sûdanî gotibû hikûmeta wî kar li ser lihevanîna Tirkiyê û Sûriyê dike.

Serdana Sûdanî ji bo Şamê Roja 16ê Tîrmeha 2024an Beşar Esed di merasîmeke fermî de pêşwazî li Mihemed Şeya Sûdanî kiribû, behsa peywendiyên di navbera her du welatan de û pêşxistina wan kiribûn. Ew serdana Sûdanî ji bo Şamê, yekem serdana Serokwezîrê Iraqê bû ji bo Şamê ji sala 2011an ve.