Hunermendê Siûdî Ebdulmecîd Ebdulah klîpa xwe ya nû "Kurd im Ez" belav kir
Welat TV – Hewlêr
Hunermendê Siûdî Ebdulmecîd Ebdulah, klîpeke nû li jêr navê "Kurd im Ez" belav kir.
Strana hunermendê Siûdî bi zimanê Erebî ye, li ser siruşt û ciwaniya Kurdistanê ye, her weh qehremanî û lehengiya serok Mesûd Barzanî bilind dinerxîne.
Gotin, ên helbestvan Ebdulah El-Mulhim in, dabeşkirina muzîkê ya Nor Haşim e û stran li tomargehên Fayiz El-Seîd li welatê Îmarata Erebî hatiye tomarkirin.
Ji duh ve, kilîp bi şêweyekî berçav li ser torên civakî hatiye belavkirin û parvekirin.
Hunermend Ebdulmecîd Ebdulah
Meha Tebaxa 1962yan, ji dayîk bûye, di 13 saliya xwe de dest bi stranbêjiyê kiriye.
Di dawiya salên 90 de navdar bû û bû yek ji stêrkên hunermendên Ereban.