Serok Barzanî: Em qet rola Fransayê ji bîr nakin
Welat TV – Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Hezîranê, pêşwazî li balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Dorell kir her du aliyan tekezî li ser giringiya pêşvebirina peywendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.
Baregeha Barzanî ragihand: Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û Rojhilata Navîn û astengên di rêya seqamgiriya deverê de, hat kirin.
Serok Barzanî spasiya Fransayê kir û amaje kir: Gelê Kurdistanê qet rola dostane û erênî ya gel û hikûmetên Fransayê ji bîr nake ku di qonaxên dijwar de dilsoz û piştevanên gelê Kurdistanê bûn.
Serok Barzanî behsa helwesta Serokê Fransa Miteran di piştgirî û xwedîderketina li gelê Kurd de li sala 1991ê û bizava wî ji bo derxistina biryara 688ê ya Civata Ewlehiyê û çêkirina devereke ewleh û parastina gelê Kurdistanê kir.
Di dawiya hevdîtinê behsa proseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hat kirin ku biryar e îsal bê kirin û tekezî li ser pêdivîtiya birêveçûna wê proseyê bi awayekî zelal hat kirin.