Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya stranek li ser dîroka damezrandina xwe belav kir

Welat TV – Hewlêr

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya stranek li jêr navê "Partî Ne Em" li ser dîroka damezrandina xwe belav kir.

Stran di salvegera 67an a damezrandina Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya ku weke yekem partî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ye, tê.

Vejandina salvegera damezrandinê

Stran bi dengê hunermend Azad Dîlanî ye, tê de dîrok û bizava Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, hezkirin û girêdana xwe bi partî û rêbaza Barzaniyê nemir dide diyarkirin. Dîlanî bi dengê xwe careke din stran nûjen kir û bi şêweyê klîp belav kir.

Gotin û awaza stranê

Gotin û awaza stranê yên hunermend Azad Dîlanî ne, di wê stranê de xebat û tekoşîna partiya ku di 14ê Hezîrana 1957an de hatiye damezrandin nîşad dide, û hêvî dike ku ev stran bibe sirûda fermî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya.

Derhêneriyeke ciyawaz

Klîp ji derhêneriya derhêner Ehmed Mio ye, yekem car e klîpekê li ser dîrok û bizava partiyeke Kurdî berhem tîne. Mio hêvî kir ku bi dilê cewamerê Kurdistanî be.

Belavkirin û vexwendin

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li ser rûpel û malperên xwe yên fermî srtan belav kir û bang li cemawerê Kurdî kir ku di merasîmên vejandina salvegera damezrandina partî di 14ê Hezîranê û di her aheng û merasîmekê de stranê bi kar bînin.