11 koçberan li peravên Îtaliyayê canên xwe ji dest dan

11 koçberan li peravên Îtaliyayê canên xwe ji dest dan
Erşîf

Welat TV - Hewlêr

11 koçberan di binavbûna du keştiyan de li peravên Îtaliyayê canên xwe ji dest dan û bi dehan wenda ne.

Rêxistina Hawarçûnê ya Elmanî “RESQSHIP” di daxuyaniyekê de li ser tora civakî "Facebook" ragihand, gemiya wê ya mirovî “Nadir” 51 kes di navbera peravên Lîbiya û Îtaliyayê de rizgar kirin û herî kêm 10 koçberan canên xwe ji dest dane.

RESQSHIPê da zanîn, koçberên di keştiyan de Kurd û Avexan bûn, her du keştiyên ku ew vediguhestin derdora 193 kîlometran dûrî peravê Calabresi binav bûn.

Ji aliyeke din ve jî, hêzên ewlekariya peravan ên Îtalî rizgarkirina 12 kesan di navbera peravên Îtaliya û Yûnanistanê de ku di keştiyekê de bûn ragihand.

Ajansa nûçeyan a Îtaliyayê “ANSA” jî ragihand ku derdora 50 koçberî di nava deryayê de wenda ne û proseya lêgerîna li wan berdewam e.

Ji 2014an ve, Neteweyên Yekgirtî 23500 rewşên mirin û wendabûnê di deryaya Sipî de belge kirine û ji ber vê yekê weke metrsîtirîn rêya koçberiyê tê naskirin.