Çekdarên "Hemzat" du Kurd li Efrînê gulebaran kirin
Welat TV – Hewlêr
Li gundekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê, di sêyem roja Cejna Qurbanê de, du welatiyên Kurd hatin gulebarankirin û bi dijwarî birîndar bûn.
Çalakvan Mistefa Şêxo ji Welat TV re ragihand: Cemal Elî yê 26 salî û Mihemed Welîd Elîko yê 22 salî dema ji karê xwe li bajarê Efrînê vedigeriyan gundê xwe Dargirê, li ser rêbendeke çekdarên Hemzat hatin gulebarankirin.
Şêxo eşkere kir: Her du welatiyên Kurd, rêbenda fermî ya çekdarên Hemzat li gundê Coqê derbas kir, lê navbera gundên Coqê û Dargirê rastî rêbendeke din hatin û li wir bi fîşekên rasterast birîndar bûn.
Şêxo da zanîn: Birîndar bo nexweşxaneyeke Efrînê hatin rakirin û rewşa wan ya tendirustî ne baş e, û di bin çavdêriyê de ne.
"Emşat" dîdevanekî bin çav dike
Çalakvanê Kurd tekez kir: Welatiyekî din bi navê Bekir Ednan Bekir ji ber ku dîdevanê tawanê bû, ji aliyê polîsên Leşkerî ya Emşatan ve li navçeya Mabeta hat girtin, da ku tawanê veşêrin û encamderên rasteqîne neyên sizakirin û dadgehkirin.
Emerîka "Emşat û Hemzat" siza dike
Ji ber binpêkirinên wan dermafên mirovan de li Efrînê, di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîneya Emerîkî siza li ser komên "Emşat" û "Hemzat" ên bi ser Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ve sepandin.
Bajarê Efrînê, 7 navçe û gundên wê niha di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya oposizyona Sûrî de ne, ji 18 Adara 2018an ve ji destê Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD” derketiye.