Hevpeymaniya Sûrî pêşwazî li biryara Fransa ya girtina Beşar El-Esed kir

Hevpeymaniya Sûrî pêşwazî li biryara Fransa ya girtina Beşar El-Esed kir

Welat TV – Hewlêr

Hevpeymaniya Niştîmanî ya Oposizyona Sûrî, pêşwazî li biryar dozgeriya Fransî, ya girtina serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed kir.

Hevpeymaniya Niştîmanî ya Oposizyona Sûrî di daxuyaniyekê de ragihand: Malbat û kesûkarên qurbaniyan bi êrênî li vê biryarê dinêrin, û kedên ku fişarekê li ser rêjîmê dirust dikin, bi gaveke baş bi nav dikin da ku dadperwerî para gelê Sûriyê be.

"Kar li ser bi sedan tawan bikin"

Hevpeymaniya Niştîmanî ya Oposizyona Sûrî bang li hemû Aliyan kir ku heman gavê bavêjin û hemû curên fişarê li ser rêjîmê bikin û berê xwe bidin Dadgeha Tawanan a Navdewletî da ku bi sedan tawanên cengî ên dijî mirovatiyê yên bi destê rêjîmê û hevalbendên wê neyên jibîrkirin û kar li ser were kirin.

Sizadan derfeta bicîkirina çareseriya siyasî ye

Hevpeymaniya Niştîmanî ya Oposizyona Sûrî tekez kir: Sizadana pêkîner û encamderên tawanên cengî yên dijî mirovatiyê derfeta bicîkirina çareseriya siyasî ye nexasim her du biryarên navdewletî 2254(2015) û 2118(2013) da ku hêviyên Sûriyan bi welatekî azad û demokrat bi cî bibin.

Dadgeha Fransî biryara girtina El-Esed pesend dike

Dadgeha Tawanan li Parîsê roja 26ê Hezîrana 2024an, biryar ku ji dozgeriya lêpirsînê ya girtina serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed pesend kir. Tê de serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed bi wê yekê hatiye şermezarkirin ku destê wê di tawanên cengî û êrîşên kîmawî li Xûteya Rojhilat li gundewarê Şamê Tebaxa 2013yan de heye.