Efrîn.. Xêrxwaziya Barzanî 40 kes pişkinîn kir

Efrîn.. Xêrxwaziya Barzanî 40 kes pişkinîn kir

Welat TV - Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 40 kes li gundekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê pişkinîn kirin.

Nivîsgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser tora civakî ”Facebook” ragihand, di 28 ê Hezîranê de, nexweşxaneya gerok a dezgehê 40 kes (11 zarok, 17 jin û 12 mêr) li gundê Erendê pişkinîn kirin.

Amar

Nivîsgeha Xêrxwaziya Barzanî ji Welat TV re ragihandibû: Nexweşxaneya gerok a dezgehê serdana 97 gundan li navçeyên Mabeta û Raco kiriye û biryar e.

Li gorî nîvîsgeha dezgehê, ta 10ê Hezîranê Xêrxwaziya Barzanî 4278 kes di nav de 1299 zarok pişkinîn kirine û derman li ser 9729 nexwşan belav kirine.