Ji destpêka 2024an ve.. 1236 kes li Sûriyê hatine girtin
Welat TV - Hewlêr
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de ragihand, di nîvê yekem ê sala 2024an de zêdetirî 1200 kesî li seranserê Sûriyê hatine girtin.
Li gorî Tora Sûrî, herî kêm 1236 kes di nav de 56 zarok û 30 jin li ser destê aliyên şer li Sûriyê ji destpêka salê ve hatine girtin.
Aliyên berpirs
Raportê diyar kir, ji hejmara girtiyan, 549 kes li ser destê rêjîma Sûrî hatine girtin, 347 li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), 219 li ser destê komên çekdar ên Opozisyona Sûrî û 121 li ser destê “Desteya Tehrîr El-Şam” hatine girtin.
Tora Sûrî serbar kir, ji rewşên girtinê yên ku hatine belgekirin, 1007 kes hatine wendakirin.
Penaberên dersînorkirî tên girtin
Raportê amaje kir, piraniya penaberên ku ji Libnanê hatine dersînorkirin ji aliyê rêjîmê ve hatine gitine û bo girtîgehan li Hums û Şamê hatine veguhestin.
Tora Sûrî da zanîn, rêjîmê 126 kesên ku ji Libnan û Urdunê vegeriyane girtin.
68% ji girtiyan hatine wendakirin
Tora Sûrî da zanîn, ji destpêka kirîza Sûrî ve,102 hezar ji girtiyan li Sûriyê hatine wendakirin (Nêzîk 68% ji hejmara girtiyan), jê 85% li ser destê rêjîmê hatine wendakirin.
Raportê tekez kir, hemû aliyên şer li Sûriyê binpêkirin encam dane û bang li Neteweyên Yekgirtî kir ku komîteyeke taybet ava bike ji bo çavdêriya rewşên wendakirinê.
Her weha tekezî li ser girîngiya serbestberdana zarok, jin, xwedan pêdviyên taybet, nexweş û kesên bitemen kir.