Israîlê Baniyas armanc kir

Israîlê Baniyas armanc kir

Welat TV - Hewlêr

Israîlê baregeheke berevaniya esmanî ya rêjîma Sûrî li bajarê Baniyasê li parêzgeha Tertûsê armanc kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de ragihand, Israîlê bi du mûşekan şeva bûrî du avahyî yek ji wan bi ser berevaniya esmanî ya rêjîmê ve ye li devera El-Qelûh li Baniyasê armanc kirin.

Diyar kir, di encama êrîşê de agirekî mezin bi yek ji baregehên armanckirî ket û ziyanên madî hatin tomarkirin.

Di 29 Gulanê de, Israîlê bajarê Baniyas armanc kir, di encamê de kesekî bitemin canê xwe ji dest da û 11 sivîl jî birîndar bûn.

Di 1ê Adarê de jî, Israîlê derdora Baniyasê armanc kir, di encamê de şêwerimendekî Îranî û du çekdarên milîsên Îranî (regeznameya yekî ji wan Îranî bû û yê din Libnanî bû) hatin kuştin.

49 êrîş 

Raportê da zanîn, ji destpêka 2024an ve, Israîlê 49 êrîş li Sûriyê encam dane jê 36 esmanî û 13 bejayî bûn, tê de 103 baregeh, navend, alavên leşkerî û embarên çekan hatine armanckirin.

Rewangehê diyar kir, di êrîşan de, 16 sivîlan di nav de zarokekê û 2 jinan canên xwe ji dest dane û 36 jî birîndar bûne.

Li gorî rewangehê, êrîşên Israîlî de, 174 çekdarên rêjîma Sûrî, milisên Îranî û ”Hizbulah” a Libnanî hatine kuştin û 90 birîndar bûn.