Bavê Aya Hemo: HSDê li Helebê keça min a 14 salî revand
Welat TV – Hewlêr
Hêzên Sûriya Demokratîk zarokeke 14 salî li Helebê revand û tevlî leşkeriya neçarî kir.
Bavê zaroka revandî îro 7ê Tîrmahê ji Welatî TV re got: Keça min Aya Hesen Hemo li taxa Şêx Meqsûda Helebê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve di 1ê Tîrmehê de hat revandin û tevlî leşkeriyê kirin.
Bavê Aya da zanîn: Me çend caran hewl da keça xwe ya 14 salî vegerînin lê bê encam bûn.
Bavê Aya di rêya Welat TV re bang li rêxistinê mirovî kir ku kar li ser vegerandina wê bikin û got: Ez nexweş im û keça min biçûk e ew ne ya hilgirtina çekan e.
Malbat ji gundê Qenterê yê navçeya Mabeta ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne û li Helebê niştecî ne.
3 zarok li bajarê Qamişlo hatine revandin
Tora Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand "Ciwanên Şoreşger ên ser bi HSDê ve li taxa Zihûr a Qamişlo 3 zarok di 5 Tîrmehê de revandin û tevlî leşkeriya neçarî ya taybet bi zarokan kirin".
Tora navborî got "Omer Elî El-Hisêno, Mihemed Ibrahîm Mihemed û Hemze Feysel Hac Elî li nêzîkî gulistaneke taxê hatin revandin û temenên wan ji 12-13 salî ne".
Raporta Netewên Yekgirtî UN
Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirît António Guterres di raporta xwe ya Hezîrana 2024an ragihandibû "Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser a PYDê ve bêhtirî 400 zarokî di sala borî de leşker kirine".
Daxuyaniya Wezareta Derva ya Emerîkayê
Wezareta Derva ya Emerîkayê, raporta xwe ya "Bazarkirina bi Mirovan" di 24ê Hezîranê de belav kiribû tê de ragihandibû "Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê di leşkerkirina zarokan de berdewam e û wan ji bo şer bi kar tîne".
HSDê û Rêkeftina li gel UN
Di sala 2019an de, fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanî, li gel Virginia Gamba nûnera Netewên Yekgirtî NY, bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe nake û zarokên di nav de serbest berde