Agir bi çiyayekî din ê Efrînê ket
Welat TV – Hewlêr
Agirek bi çiyayê navçeya Raco ya Efrînê ket û ziyaneke madî mezin gihişt siruşta navçeyê.
Jêdereke xwecihî taybet îro 15ê Tîrmehê ji Welat TV re got: Piştî nîvro, agir bi çiyayê nêzîkî gundê Hopka yê navçeya Raco ket û ziyanên mezin hatin tomarkirin.
Da zanîn: Ji çend demjimêr ve agir vêketî bû û ji ber bilindbûna pileyên germê û zehmetiya rê, şêniyên navçeyê nikarin berê xwe bidin cihê şewatê û vemirînin.
Darên zeytûnan dişewitin
Di 2 Tîrmehê de Li gundê Bêkê yê navçeya Bilbilê agirekî mezin bi çiyayê gund ket di encamê de darên zeytûnan û darên çiyayî şewitîn.
Di 1ê mehê de 400 darên zeytûnan ên du welatiyên Kurd li çiyayê navbera her du gundên Hisê (Mîrkan) û Birîmce şewitîn. Ji bilî darên zeytûnan hejmareke darên merxan û yên çiyayî şewitîn.
Ji destpêka Tîrmehê ve 4 cih şewitîne, duh li gundê Hisê agire vêket ji aliyê şêniyên gund ve hatibû vemirandin.
Bajarê Efrînê, 7 navçe û gundên wê niha di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya oposizyona Sûrî de ye, ji 18 Adara 2018an ve ji destê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê derketiye.