Mezlûm Ebdî: Em amade ne diyalogê bi Turkiyê re bikin
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî di hevdîtinekê de bi malpera HSDê re behsa kirîza Sûrî, çawaniya çareserkirina wê û helwesta HSDê ji danûstandan bi aliyên çalak re li Sûriyê kir.
Derbarê kirîza Sûrî de Ebdî da zanîn, ”hemû kes dizane ku kirîza Sûrî bi rêya tudûtûjî û şer çareser nabe, divê hemû kes bizanibe ku kirîz bê diyalog çareser nabe û ji aliyê xwe ve em ji diyalogê re amade ne”.
Serbar kir, ”Em amade ne diyalogê bi hemû aliyên çalak re di nav de Turkiyê bikin ji bo çareserkirina kirîzê”.
Diyar kir, ”Em ê piştgiriya her diyalogekê ji bo rawestandina şer û dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîzê re bikin”.
Mezlûm Ebdî amaje kir, ”Me hertim kar ji bo yekîtiya xaka Sûriyê kiriye, em ê di dema niha û pêşerojê de jî di vê yekê de berdewam bin, siyaseta me yekîtiya Sûriyê diparêze”.
Ev daxuyanî di demekê de ye ku danûstandinên Kurdî – Kurdî yên sala 2020 bi serperiştiya Emerîka û gerentiya Mezlûm Ebdî di navbera ENKS û PYNKê de dest pê kiribûn, rawestiyane.
ENKSê tekezî li ser danûstandinên Kurdî - Kurdî kir
Derbarê danûstandinên Kurdî – Kurdî de, Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Silîman Oso di hevdîtinekê de bi Rojnameya Kurdistan re tekezî li ser ”Girîngiya kar li ser yekbûna helwesta Kurdî dûr ji destwerdanên PKKê di karûbarên Kurdan de li Rojavayê Kurdistanê kir”.
Oso banga ”Dubare destpêkirina danûstandinên Kurdî – Kurdî bi serperiştiya Emerîkayê kir ji bo parastina mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê”.