Ziyan hene.. Agir bi 2 tankerên sotemeniyê li Qamişlo ket

Ziyan hene.. Agir bi 2 tankerên sotemeniyê li Qamişlo ket

Welat TV - Hewlêr

Agir bi du tankerên sotemeniyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ket û zaiyanên madî hebûn.

Sebeha îro agir bi 2 tankerên mazotê li westgeha Cizêrê li taxa Enteriyê li bajarê Qamişlo ket, tîmên agirkujiyê gihîştin cihê bûyerê û agir vemirand.

Li gorî jêderên xwecihî, di encama agir de ziyanên madî gihîştin herdu tankeran û westgehê, ta niha sedemên agir nehatine naskirin.

21 Hezîranê jî, agir bi tankerekê li westgeha Mela Hacî li Qamişlo ket, beşek ji westgehê û hejmarek otombîlên ku li westgehê rawestiyayî ket.