Putin: Rewşa Sûriyê û deverê ber bi aloziyê ve ye
Welat TV – Hewlêr
Koşka Serokatiya Rûsiyê, Kremlin, ragihand ku duh 24ê Tîrmehê, serokê Rûsiyê Vladimir Putin li gel serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed li Mosko civiya, û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kir.
Malpera RT li ser zarê Kremlin da zanîn: Putin di civîna xwe de got ku rewşa deverê bi giştî û Sûriyê ber bi aloziyê ve diçe.
RT got: El-Esed jî, civîna xwe li gel Putin bi civîneke pir girîng bi nav kir, tê de pêşhateyên dawiyê, aso û sînaryoyên pêşerojê gotûbêj kirbûn.
Tu belgename nehatin îmzekirin
Berdevkê Kremlin Dmitry Pesko tekez kir ku her du aliyan tu belgename piştî civîna duh îmze nekirin.
Ji aliyê xwe ve serokatiya rêjîma Sûrî di daxuyaniyekê de got: Beşar El-Esed bi serdaneke kar çû Rûsiyê û tê de li gel serokê wî welatî civiya.
Da zanîn: Esed diyar kir ku Rûsiya û Sûriyê di rewşeke zehmet re derbas dibûn, lê niha ew rewş derbas kirin, û baweriya bihêz navbera her du aliyan de heye.