Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîmên vekirina Yariyên Olompîk li Fransayê dibe

Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîmên vekirina Yariyên Olompîk li Fransayê dibe

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê digihe Fransayê û beşdariyê di merasîmên vekirina Yariyên Olompîk de dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de got, serdana Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî ji Serokê Fransayê Emmanuel Macron tê.

Serokê Herêma Kurdistanê dê li Koşka Serokatiyê ya Fransî Élysée li Parîsa paytext, li gel serok û serkirdeyên cîhanî beşdariyê di merasîmên vekirina Yariyên Olompîk de bike.

Gera 33yan a Yariyên Olompîk li Fransayê ji 26ê Tîrmehê ta 11ê Tebaxê didome. 32 cureyên werzişê li xwe digire, bi beşdariya 10 hezar û 500 werzişvan û 206 Komîtên Olompîk ên Niştîmanî.