Welatiyên Efrînê hawara xwe dikin: Agir bi plan tên vêxistin
Welat TV - Hewlêr
Ji 4 rojan ve, agir li çiyayên heft perçeyên gundên Meydana li navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê vêketî bû.
Tê de zevî, darên zeytûnan, darên mêwan darên merxan û yên çiyayî şewitîn, îro 28ê Tîrmehê hat vemirandin.
Welatiyên gund ji Welat TV re gotin: Ziyanên mezin hatin tomarkirin û bi hezaran darên welatiyan ên zeytûn, mêw û kerezan hatine şewitandin.
Dane zanîn: Ziyaneke mezin gihişt darên çiyayî jî, ji bilî wê jînegeh pîs bûye û bendora agir û dûmana wê li esmana gund belav bûye.
Welatî tekez kirin: Agir bi plan hatiye vêxistin û aliyên peywendîdar di vemirandinê de xemsar in.
Berevaniya sivîl îro serê sibehê ragihand ku agir hat vemirandin, lê metirsiya gundiyan heye ku careke din agir were vêxistin.
Wêne û dîmenên belav bûne tê de diyar e ku dar û zevî hatine şewitandin heta bi ajelan be jî, ji wê tawanê bêpar nemane.
Welatiyekî bitemen di perçe vîdiyoyekê de li ser torên civakî banga aliyên peywendîdar û berpirs kir bi hawara wan ve werin, û tekez kir ku bu agir bi plan hatiye vêxistin û divê sînorek ji binpêkirinan re were danîn.